• DOLAR 32.563
  • EURO 34.899
  • ALTIN 2430.168
  • ...
Serkeftina berxwedanê siyonîstan mecbûr hişt ku vegerin peymana agirbestê
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Derbarê mijarê de ji teref Xelîl Hayyê Endamê Buroya Sîyasî ya Hamasê ve daxuyanîyek hat dayîn. Hayye destnîşan kir serkeftina berxwedanê siyonîstên îşxalker mecbûr hişt ku vegerin li ser peyamana agirbestê ya Xazzê.

Balafirên şer ên aîdî rejîma terorê doh êvarî ji nû ve êrîşî Xezzê kirin. Li gor agahîyên ku hatine wergirtin di êrîşan de du hedefên ku aîdî Hamasê bûn hatin lêxistin. Ji bilî vê avahîya xizmetê ya ku bi ser Wezareta Karên Navxwe ve girêdayî ye hat bombekirin. Siyonîstên her wisa êrîş birin li se wargehên ku lê siwîl dijîn.Ji ber êrîşa rejîma terorê ji teref Wezareta Tenduristîyê ve rewşa awarte hat îlankirin.

Li gor agahîyên ku hatine wergirtin Tugayên El Qassam jî bersiv dan êrîşên siyonîstan, di encama avêtina topên hawanê yên ku ji teref El Qassam ve hatine avêtin de li Aşkelona ku ji teref cihûyan ve hatiye îşxalkirin 3 jê leşker tev de herî kêm 5 kes birîndar bûn.

Tugayên Qassamê her wisa herêmên bi navê Sderot û Nîtîfor jî bomberan kir.(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir