• DOLAR 32.552
  • EURO 34.775
  • ALTIN 2497.523
  • ...
Siyonistan keştîyên ku dixwestin dorpêçkirina Xezzeyê bişkîne dorpêç kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ji bo îşxal û dorpêçkirina çeteyên sîyonîst ya li ser Xezzeyê bê rakirin gaveke nû hat avêtin. Grûbeke xwendekar û nexweş bi keştîyan ji lîmanê Xezzeyê veqetîyan.

Hat îfadekirin ku piştî keştî 12 mîlan di nava deryayê de çûn ji teref çeteyên sîyonîst ve hat in dorpêçkirin. Keştîya ku ji teref çeteyên sîyonîst ve hat dorpêçkirin temamê têkili jê hat qutkirin.

Berdevkê Komîteya Şikandina Dorpêç û Îmarkirina ji Nûve Ebû Silmîyye, bi daxuyanîyek nivîskî beyanatek da. Di beyanatê de îfade kir ku ji bo dorpêçkirina çeteyên sîyonîst ya li Xezzeyê bê rakirin ji lîmanê Xezzeyê keştîyên ku hereket kirin ji teref çeteyên sîyonîst ve hatine dorpêçkirin.

Silmîyye, di beyanata xwe de wiha got, "4 botên êrîşê dora keştîyên azadîyê girtin . Temamê berpirsîya jiyana aktîvîstên di keştîyê de aîdî îsraîl e."

Xwendekar û nexweşên di keştîyê de hewl dikinku 6 mîlan di nava Deryaya Sipîde herin.

Karbidestên Hamasê îfade dikin ku armanca keştîyê ewe ku dorpêçkirina ev serê 11 salaye dewam dike biştîne.

Ji ber dorpêçkirin û embargoyê keştîyên Xezzeyê nikarin ji 6 mîla zêdetir di nava deryayê de harin. (ÎLKHA)

 

Bu haberler de ilginizi çekebilir