Dê meaş û îkramîya emekdaran berya îdê bê dayîn
Wezîra Xebat û Ewlehiya Civakî Sarieroglû, îfade kir ku meaş û îkramîyeya emekdaran hatîye pêşxistin û dê zûtir bê dayîn.
Wezîra Xebat û Ewlehiya Civakî Julîde Sarieroglû, dîrako dayîna ji bo emekdaran îkramîya 1000 lîreyî ya berya Cejna Remezanê eşkere kir.
Di daxuyanîya ji teref Sarieroglûyê de cîh hat dayîn van agahîyan: "
Em ê îkramiyeyên kesên ji Bag-Kur û Sandoqa Emekdaran teqawîd bûne di 7ê Hezîrana 2018an de û kesên ji SSKyê jî emekdar bûne di 8ê Hezîrana 2018an da bidin.
Emê meaşên kesên ji Sandoqa Emekdaran emekdar bûne di navbera 1 û 5ê mehê de û miaşên kesên ji SSK û Bag-Kurê emekdar bûne jî di navbera 11-12-13ê Hezîranê da bidin."
Berya Cejna Qurbanê jî ji bo emekdaran 1000 lîre îkramîyeyê bê dayîn. (ÎLKHA)