• DOLAR 32.604
  • EURO 35.006
  • ALTIN 2332.611
  • ...
Ji Sadr bo Îran û Amerîka hişyarî
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di hilbijartinên ku di 12ê Gûlanê li Iraqê hat kirin de Koalîsyona Saîruna ku Mukteda es Sadr e bi ser ketibû.

Piştî hilbijartinan hinek siyasetmedar gotin ku bêyî tesdîqa Amerîka û Îranê dê li Iraqê hikûmet nikaribe bê avakirin. Ji ber van gotinan ji teref Sadr ve daxuyanîyek hat dayîn.

Sadr di daxuyanîya ku da de Îranê wek "cîran" û Amerîka jî wek "îşxalker" wesfand  û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: "Îran welatekî cîran e û li pey menfeatên xwe ye. Em çawa naxwazin Iraq midaxeleyî karên navxweyî yê Îranê bike bi heman awayî em naxwazin Îran jî midaxeleyî Iraqê bike. Encax Amerîka welatekî îşxalker e û em qetîyen destûrê nedin ku midaxeleyî karên hundir ê Iraqê bike."(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir