• DOLAR 32.315
  • EURO 35.093
  • ALTIN 2307.142
  • ...
"Me bo guhertina makeqanûnê destek da"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Mehmet Yavuzê Wekîlê Serokê Giştî yê HUDA PARê doh li Entabê beşdarî bernameya fitarê û danasîna namzedên parlementerîyê ya ku ji teref Serokatîya Bajêra Entabê ve hat tertîpkirin bû û di bernamê derbarê mijarên di rojevê de nirxandinan kir.

Yavuz di axatina xwe ya ku kir de destnîşan kir ew ji ber ku dixwazin makeqanûn bê guhartin dê di hilbijartinên serokomarîyê de destekê bidin Erdogan û dû re wiha got: "Me berî niha di referandûmê de jî gotibû belê û me tercîha xwe eşkere kiribû. Me çima gotibû belê; lewra ger di pergala edaletê ya di vî welarî de xerabûn hebe, ger biya me edalet tunebe, di perwerdehîyê de problem hebe, di warê exlaq û manewîyata zarokên me de problem hebe sedema vê yekê makeqanûn e. Ji ber vê yekê divê makeqanûn bê guhartin. Pêdivîya acîl a vî welatî ev e.Di îqtîdara HUDA PARê de dê temamê makeqanûnê bê guherîn."(ÎLKHA)























Bu haberler de ilginizi çekebilir