Serokê Karên Diyanetê Erbaş: Divê hejmara hafizên li welêt zêdetir bibin
Alî Erbaşê Serokê Karên Diyanetê destnîşan kir "Li welatê me hejmara hafiz Qur'anên me yên bi îcazet gihaştine 150 hezaran."
Ji teref Serokatîya Karên Diyanetê ve li Stenbolê berî niha "Pêşbirka Xweşikxwendina Qur'ana Kerîm û Hafiztîya 6emîn a Tirkîyê" hatibû tertîpkirin. Encamên vê pêşbirka ku hatibû tertîpkirin hatin eşkerekirin û li Mizgefta Fatîhê merasîma xelatdayînê hat tertîpkirin.
Prof. Dr. Alî Erbaşê Serokê Karên Diyanetê beşdarî merasîma xelatdayînê bû û di bernamê de axavtinek kir. Erbaş di axavtina xwe ya ku derbarê mijarê kir de wiha got: "Li welatê me hejmara hafizQur'anên me yên bi îcazet gihaştine 150 hezaran. Armanca me zêdekirina vê hejmarê ye. Li welatekî ku nifûsa wê 81 milyon e divê hejmara van hafizê zêdetir bibin."(ÎLKHA)