• DOLAR 32.521
  • EURO 34.788
  • ALTIN 2419.856
  • ...
Dê li Yemenê alîkarîya însanî bê kirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ji teref Neteweyên Yekbûyî û Benqeya Dinyayê ve dê ji ber felaketa xelayê li malbatê Yemenê serê malê 30 dolar alîkarî bê belavkirin.

Di vê çarçoveyê de Fona Arîkariya Zarokan (UNICEF) a Neteweyên Yekbûyî 1,5 milyon dolar alîkarî kir.

Di herba ev 4 salê wê ye li Yemenê dewam dike de ji 10 hezar sivîlî can dan û bi milyonan kes jî bûn penamber.

Li gor daneyên Neteweyên Yekbûyî li Yemenê 22 milyon însan mixtacî bal alîkarîya mirovahî ye.

Karbidestên UNICEFê îfade dikin ku li 9 milyon malbatî serê malê 30 dolar hatîye belavkirin û bi vî awayî gel dikarin xida û derman bikirin. Dê di meha tebaxê de careke din ev pereyê bê dayîn. Berya niha alîkarîya 30 dolarî hatibû belavkirin.

Li Yemenê milyonek dolar alîkarîya neqdî

Li hêladin ji teref Heyva Sor ya Tirkîye û Sazîya Xêrê ya Qatarê ji bo qeyrana însanî ya li Yemenê dewam dike dê ji bo alîkariyên mirovahî milyoneke dolar alîkarîya neqdî bê kirin.

Di merasîma li Ofîsa Serokatîya Heyva Sor ya li Stenbolê hat kirin de Serokê Giştî yê Heyva Sor Kerem Kinik û CEOyê Sazîya Xêrê ya Qatarê Faysal Raîd Al Fehahda beşdar bûn û alîkarîya neqdî hat îmzekirin.

Di çarçoveya vê qampanyayê de dê li Yemenê di sektora xida û ya tendirustîyê de du porojeyê têkevin sepanê. Dê li Adena bajarê Yemenê Nexweşxaneya AL-Sadaka bi cîhazên teknolojîya dawî bê çêkirin û tê hêvîkirin bi vê yekê ji 50 hezar kesîre xizmetîya tendirustîyê bê kirin. Ji vê nexweşxaneyê dê 10 hezar kolîyên lîkarîyê bên belavkirin. (ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir