• DOLAR 32.583
  • EURO 34.797
  • ALTIN 2507.36
  • ...
Ji çeteyên sîyonîst êrîş: Şehîdek
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hat îfadekirin ku ji teref çeteyên sîyonîstên îşxalker ve bi topê êrîş li bakûrê Xezzeyê hatîye rastkirin. Di encama êrîşa hat rastkirin de Filistînîyek şehîd bû û yek jî birîndar bû.

Ji teref berdevkê Wezareta Tendirustîyê Eşref el Kudra ve bi nivîskî beyanatek da. Di beyanata hat dayîn de hat îfadekirin ku di encama êrîşên çeteyên sîyonîst li bakûrê Xezzeyê rastkirîye de Muhammed Ahmed er-Radî (25) hatîye şehîdkirin û Filistînîyekî din jî birîndar bûye.  

Li hêla din tanqên li ser sînorê Xezzeyê bi cîh bûne êrîşî mewzîyên berxwedanê yên li Beyt Lahîma bakûrê Xezzeyê kir.

Di êrîşên tanqên çeteyên sîyonîstên îşxalker yên li ser nîşanên baskê leşkerî yê Hamasê Îzzedîn el-Qassam de tiştek bi kesekî nehat.

Di rojên dawî de li Xezzeyê çeteyên sîyonîst êrîşî ser nîşanên ewlehîyê dikin. Ji do de di encama van êrîşên çeteyan de 3 Filistînî hatin şehîdkirin. (ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir