• DOLAR 32.331
  • EURO 35.072
  • ALTIN 2299.086
  • ...
 "Di nav însanan de pêkhatina berberîyê ne li feyda memleket e"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ji teref Sahabe-Derê ve ji ber munasebeta salvegera fetihkirina Diyarbekirê li Sûrê bernameya fitarê hat tertîpkirin. Zekerîya Yapiciogluyê Namzedê Parlementerîya Xweser ê Diyarbekirê yê ku HUDA PAR piştgirîya wî dike jî beşdarî vê bernamê bû û bi xelkê re hat bal hev.

 "Wek xaîn îlakirina kesên ku wek wan nafikirin tiştekî bi memleket nade qezenckirin"

Yapicioglu di axavtina xwe ya ku di bernamê kir de destnîşan kir divê di vê meha Remezanê de amelên ku dê evdan nêzî Xweda bikin bên kirin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: " Belê niha li memleket hewayeke siyasî heye. Ew ê di 24ê Hezîranê de him hilbijartinên parlementerîyê û him jî ya serokkomartîyê bên kirin. Di vê hilbijartinê de ez jî ji Diyarbekirê bûm namzedê xweser.  Feqet berîya namzedîyê û piştî namzedîyê me ji usluba siyasetê gazinan dikir. Di nav însanan de pêkhatina berberîyê ne li feyda memleket e. Hemd ji Xweda re bi destpêka meha Remezanê ev îqlîma manewî bi ser hewaya siyasî ket û baş jî çêbû."(ÎLKHA)



































Bu haberler de ilginizi çekebilir