Pirs û bersivên AOFê hatin parvekirin
AOF pirs û bersivên îmtîhana fînalê ya heyama biharê ya ku dawîya vê heftîya borî hat tertîpkirin parve kir.
Di navbera dîrokên 26-27ê Gûlana sala 2018an de ji teref AOFê ve îmtîhana fînalê ya heyama biharê hatibû lidarxistin. Xwendekar bendewar bûn ku encam bên eşkerkirin, lê belê ji teref AOFê ve pirs û bersivên îmtîhanê hatin belavkirin.
Ew ê kesên xwendekar ên ku ketine îmtîhanê bi reqema xwe ya welatîbûnê karibe ji ser malpera https://ekampus.anadolu.edu.tr/ pirs û bersivên îmtîhanê bi dest bixin.(ÎLKHA)