• DOLAR 32.518
  • EURO 34.856
  • ALTIN 2487.99
  • ...
Weqfa Yetîman ji 240 zarokên yetîm re alîkariya cil û bergan kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Bi minasebeta nêzîkbûna Îda Remezanê welatîyekî xêrxwaz pere bexşî Weqfa Yetîm kir. Piştî vê yekê Weqfa Yetîman ji 240 zarokên Yetîm re cil û berg kirî û wecê wan kenand.  

Weqfa Yetîman ya ku bi alîkarîyên mirovahî her tim tê rojevê bi minasebeta cejna Remezanê ji zarokan re cil û berg kirî û ew bextewar kir. Bi alîkarîya xêrxwazekî berya îdê ji 240 zarokên yetîm re cil û berg hat in kirîn.

Vedat Bîlgeyê Temsîlkarê navçeya Rezan û Endamê Komîsyona Weqfa Yetîman derheqê xebata alîkariyê de agahiyan da û îfade kir ku bi alîkarîya xêrxwazekî wan berya îda Remezanê ji bo 240 zarokê yetîm cil û berg kirîye û ew kêfxweş kiriye.

Bîlge, di berdewama axavtina xwe de wiha got: "Em di îda Remezan û ya Qurbanê de bi alîkarîya xêrxwazan li gor îmkan û derfetên xwe alîkarîya zarokên êtîm û sêwî dikin. Dil dewaze ku em ji bo temamê zarokan tiştên herî xweşik bikirin. Me hedîsa Pêxemberê me ya ku dibêje, 'Kesên di beheştê de cîranê min bin ewê ku li êtîm û feqîran xwedî derdikevin' ji xwe re kirîye distûr û me ev hedîs ji xwe re kirîye mînak û em dixwazin ji bo temamê zarokan tiştên herî xweş bikirin. Di meha remezanê de me bi alîkarîya xêrxwazekî berya îdê ji 240 zarokên yetîm re cil û berg kirîn. Niha em wê wezîfeyê dikin û em wezîfa koprîyê dibînin. Ji zarokan re kirîna cîl û berg û pêlavan me kêfxweş dikin."

Bîlge, bi bîr xist ku li dinyayê bi milyonan zarokên êtîm henin û wiha dawî li axavtina xw anî: "Li her derê cîhanê bi milyonan zarokên yetîm henin. Heger kesên îmkan û derfetên wan hebin tiştê ji destê wan tê bikin û alîkarîya êtîman bike li dinyayê yetîmekî xweyî îhtîyac nabîn e. Ji ber ku herkes wezîfa xwe nakin çi êtîm û çi jî feqîrên ji din mexdûrîyeta wan dewam dike. Bi xêra xêrxwazan em jî kêfa zarokên êtîm û sêwî tinîn." (ÎLKHA)

 























Bu haberler de ilginizi çekebilir