• DOLAR 32.534
  • EURO 34.795
  • ALTIN 2493.333
  • ...
SON DAKİKA
Yapicioglû: Dê îro derbarê hilbijartina Serokomarîyê de beyanatek bê kirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Parlamenterê Diyarbekirê yê AK Partîyê Galîp Ensarîoglû, li Diyarbekirê Serokê Giştî yê kevn ê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglû yê ku ji bo namzedîya parlamenterîya xweser ji wezîfa xwe îstîfa kirbibû li serokatîya Bajarê Diyarbekirê a HUDA PARê zîyaret kir.  

Ensarîoglû, ji bo hilbijartinên 24ê hezîranê ji Yapicioglû re serkeftin xwest. Yapicioglû, jî ji bo heyeta ew zîyaret kir malavahîya xwe anî ziman.

Li ser pirsa Ensarîoglû ya ku dê tewra HUDA PARê di hilbijartinên Serokomarîyê de çawabe Yapicioglû wiha bersivand "Wek HUDA PARê bi sazûmanî biryareke me heye. Lê belê ez ji bo bibim parlamenterê serbixwe min îstîfa kir. Ji ber vê yekê ez biryarê eşkere bikim ev rast çê na be. Lê belê ez dikarim vêye bibêjim di nava rojek an du rojan de ev biryarê ji teref karbidestên partîyê ve bê eşkerekirin. (ÎLKHA)





Bu haberler de ilginizi çekebilir