• DOLAR 32.509
  • EURO 34.83
  • ALTIN 2488.387
  • ...
Yapicioglu: Pêwîst e ew qerarên ku ji meclîsê derkevin li gor bawerîya xelkê bin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Zekerîya Yapiciogluyê ku ji Diyarbekirê bû namzedê xweser a parlementerîyê di bergeha xebatên hilbijartinan de navçeyên Sûr û Yenîşehîrê ziyaret kir û bi xelkê re hevdîtinan kir.  Di hevdîtina ku bi welatîyan re hat kirin de Yapicioglu pirsên xelkê bersivand û derbarê mijarên di rojevê de nirxand.

"Ger pêwîst be divê siyasetmedar ji qirika zaliman bigire"

Yapicioglu di nirxandina ku kir de destnîşan kir cih li siyasetê tê tengkirin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: " Bo siyasetê qalibek danîne û rabûne dibêjin divê siyaset di nava vê qalibê de be. Têgihiştina me ev e: Em dibêjin ger temamê siyasetmedarên ku derdikevin meydanê û dibêje 'ez bo xwe tiştekî naxwazim, ez dixwazim ji xelk û milletê xwe re xizmetê bikim.' û ger di van gotinên xwe de samîmî bin, wê çaxê ew kes mecbûr in ku siyasetmedar siyasetên xwe li gor bawerîya xelkê bimeşînin. Ger ew kesên ku dikevin meclîsê temsîlkarên millet bin, divê ew qerarên ku ji meclîsê derdikevin li gor ziman, dîn, orf, adet û bawerîya xelkê bin. Lê mixabin heta îro wisa nebû."

Yapicioglu di dawîya axavtina xwe de diyar kir hûn dikarin ji wan kesên ku dê bikevin meclîsê bixwazin da ku li gor bawerîya we hereket bikin.(ÎLKHA)





































Bu haberler de ilginizi çekebilir