• DOLAR 32.583
  • EURO 34.758
  • ALTIN 2502.823
  • ...
Kerwana Umûdê ji 200 zarokê êtîm re alîkarîya cil û bergan kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ji 200 zarokê êtîm ên ku berî niha hatibûn tespîtkirin re ji teref Kerwana Umûdê ya Sîwerekê ve alîkarîya cil û bergan hat kirin. Alîkarîya cil û bergan bi xêra welatîyên ku li derveyî bajêr dijîn hat kirin.

Huseyîn Şekerê ku Temsîlkarê Kerwana Umûdê yê Sîwerekê ye derbarê mijarê de destîşan kir ew bo alîkarîyê bang li malbatên zarokên êtîm kirine da ku werin dikanê û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: " Wek her sal îsal jî me di bergehan alîkarîya cil û bergan de ji 200 zarokê êtîm re alîkarîya cil û bergan kir. Ev alîkarî bi xêra karsazekî hat kirin. Bi rastî jî ji ber ku me vê alîkarîyê belav kir em gelek şad û bextewar in. Em ji ber keda wan ji kesên xêrxwaz re teşekur dikin. Înşallah em ê piştî vê pêvajoyê jî ji zarokan re alîkarîyê bikin."

Şeker di dawîya axavtina xwe de destîşan kir ew ê heta dawîya Remezanê ji 400 malbatî re alîkarîya erzaqê bikin.(ÎLKHA)















Bu haberler de ilginizi çekebilir