• DOLAR 32.495
  • EURO 34.984
  • ALTIN 2434.01
  • ...
Li Bexdayê dîqqeta polêsan rê li ber facîakê girt
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li Bexdaya paytextê Iraqê di encama teqîneke xwe kujîyê de 8 kesî jiyana xwe ji dest dan û 11 kes jî birîndar bûn.

Li Bexdaya paytextê Iraqê her tim êrîşên xwe kujîyên yên bi wesaîtan tê rastkirin lê belê vê carê dîdqqeta pêlêsan rê li ber facîayekê mezin girt.

Li gor daxuyanîya ji teref Navenda Ewlehîyê ya Baxdayê hat kirin hat îfade kirin ku li bakûrê taxa Şûle ya li nêzîkî parqa Saqlawîyaha Bexdayê polêsan ferq kir ku êrîşvanekî xwe kujîyê dixwaz e tê keve nava parqê. Li ser vê yekê derdora êrîşker ji teref polêsan ve hat dorpêçkirin.

Êrîşkerê ku fêm kir wê bê girtin bombeya li ser xwe teqand. Di teqîna qewimî de li gor daxuyanîyên ewil 8 kesî jiyana xwe ji dest dan û 11 kes jî birîndar bûn. Bi sedem teqînê hin wesaîtên li derdorê jî xisar dît in.   

Heta niha êrîşker û êrîş ji teref kê ve hatîye rastkirin hê jî nehatîye eşkerekirin. (ÎLKHA)





Bu haberler de ilginizi çekebilir