Aydinê ku namzedê parlementerîyê yê xweser e li Êlihê dikandaran ziyaret kir
Namzedê parlementerîyê yê xweser ê Êlihê Aydin Gok di bergeha xebatên hilbijartinê de dikandarên Êlihî ziyaret kir û derd û kulên wan guhdar kir.
Aydinê ku dê wek namzedê xweser têkeve hilbijartinên parlementerîyê û dê ji teref HUDA PARê ve bê destekkirin digel lijneya pê re li ser Kolana Banqayan a Taxa Çarşiyê dikandaran ziyaret kir. Gok û lijneya pê re yek bi yek derd û kul, gazin û lomayên dikandaran guhdar kirin. Di dema ziyaretan de eleqeyeke mezin nîşanî Gok hat dayîn.
"Birayên me yên dikandar ji tunebûna kar gazinan dikin"
Gok piştî ziyaretên ku hatin kirin re derbarê mijarê de nirxandinan kir û wiha got: " Piştî ku min serî li parlementerîya xweser da me dest bi xebatên hilbijartinê kir. Cara ew il me ajansên neteweyî ziyaret kir. Îro jî me ji bo dikandarên xwe yên Êlihî derket derve. Me bi hinek dikandaran re hevdîtin kir û ew ê ziyaretên me berdewam bikin. Dikandarên me yên ku me bi wan re hevdîtin kir ji tunebûn û sekinîna kar gazinan dikirin. Digel vê yekê ji halê xwe re hemd û şikir dikirin.Rewşa aborîya welêt nebaş e. Zêdebûna ku di dowîzan de çêbû xelkê me tirsand."(ÎLKHA)