• DOLAR 32.504
  • EURO 34.783
  • ALTIN 2499.528
  • ...
Îran bo berdewama peymana nukleer şertên xwe daxuyand
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ayetullah Alî Hamaneyê Serokê Dînî yê Îranê bi mezinên siyasî û leşkerî yên welat re hat bal hev û bi wan re hevdîtinek kir. Hamaney di hevdîtina ku kir de derbarê peymana nukleer û vekişîna Amerîka ji peymanê de nirxandinan kir.

Hamaney di nirxandinan ku kir de bo berdewama peymana nukleer a ku Amerîka jê vekişîyaye van şertan birêz kir: "Divê fealîyetên Îranê yên li Rojhilata Navîn û bernameya mûşekên balîstîk ên Îranê neyên lêpirsînkirin, li dijî Amerîkaya ku bi vekişîna ji peymana nukleer qerara bi nimreya 2231an îhlal kiriye gav avêtin,  li ber temamê wan mueyyîdeyên ku Amerîka di leha Îranê de tetbîq dike sekinîn, îhracata petrola Îranê û garantîya pêwendîya bi banqayên Ewrûpa re. Dema ku Ewrûpa van şert û mercan bi cî neyîne Îran heqdar e ku ji nû ve dest bi fealîyetên xwe yên nukleer bike."(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir