Parlamentoya Ewrûpa ji bo hilbijartinên Tirkîyê çavdêran naşîn e
Parlamentoya Ewrûpa derbarê hilbijartinên Tirkîye yên di 24 Hezîranê de bên çêkirin de îfade kir ku ewê muşahidan neşîn e.
Parlamentoya Ewrûpa (AP) destnîşan kir ku ewê ji bo hilbijartinên Serokomayrî û yên Parlamenterîyê çavdêran neşîn e.
Hevserokê Parlamentoya Ewrûpa yê Piştgirîya Demokrasî û Koordînasyona Hilbijartinê David McAllister û Linda McAvan derbarê hilbijartiên dê li Tirkîye bên çêkirin de daxuyanî da û îfade kir ku, "Parlamentoya Ewrûpa (AP) dê ji bo şopandin û muşaheda hilbijartinên li Tirkîye dê bên çêkirin tu kesî neşîn e û dê derbarê hilbijartinan de jî tu şîroveyan nekin."
Di berdewama daxuyanîyê de hat îfadekirin ku daxuyanîyên endamên Parlamentoya Ewrûpa (AP) bi tu awî biryara wan nade nîşandan.
Wekî tê bîranîn Parlamentoya Ewrûpa (AP) îsal ji bo hilbijartinên Rûsya û Azerbeycanê jî muşahid neşandibû.
Berya niha Konseya Meclîsa Parlamenterên Ewrûpa îfade kiribû ku, "Di şertên niha de çêkirina hilbijartinan dê ne li gor krîterên Ewrûpabin" û ji Tirkîye xwestibû ku hilbijartiên 24ê Hezîranê taloq bike. (ÎLKHA)