Alîgirên me li dijî hikûmetê bertekdar in
Arîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê Huseyîn Yilmaz destnîşan kir ji ber sebebab OHAL û lêpirsînên ewlehîyê acizî û nerazîbûnek li dijî hikûmetê heye.
Huseyîn Yilmazê Arîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê derbarê rewşa awarte, lêpirsînên ewlehîyê û helwesta hikûmetê de nirxandinan kir.
"Alîgirên me li dijî hikûmetê bertekdar in"
Yilmaz di nirxandina ku kir de balan kişand li ser mexdûrîyetên ku ji ber OHALê derdikevin holê û dû re wiha got: "Nexasim piştî ku OHAL hat îlankirin re îcraatên hikûmetê li alîgirên me jî da. Niha gelek endamên me ji ber lêpirsînên ewlehîyê tên mexdûrkirin û bo kar nayên girtin û kesên ku dixebitin jî ji kar tên derxistin û aqdên wan tên fesihkirin. Elbet ev yek dibe sedema mexdûrîyetan û bike neke alîgir û terefdarên me jî ji vê yekê re bertek nîşan didin. Niha di nav terefdarên me de li dijî hikûmetê bertekeke cîddî heye."(ÎLKHA)