• DOLAR 32.378
  • EURO 35.004
  • ALTIN 2326.01
  • ...
Rê li ber bihayê zêdebûna zêr nayê girtin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

 

Her ku diçe bihaya zêr zêde dibe û rê li ber zêdebûna zêr nayê girtin. Di saetên rojê yên ewil de bihayê zêr gîha bihayê herî zêde û bû 197,9 lîreyî û rekoreke nû şikand.   

Di saetên niha de grama zêr bi 194,67 lîreyî tê kirin û bi 197,09 lîreyî tê firotin. Li gor rojeke berê zêr ji sedî 1,93 beha qezenc kir. Do bihayê zêran bi 193,8 lîreyî hat girtin, lê vê sibehê bi zêdebûna 1,68 lîreyî bi bihayê 197,9 lîreyî qîmet dît.

Li gor vê yekê bihayê zêrê çarîk bi 310,27 lîreyî tê kirîn û bi 323,00 lîreyî tê firotin. Zêrê cumhûrîyet bi 1.319 lîreyî û zêrê nêvî jî bi 630,47 lîreyî tê firotin.

Bihayê bazinê 22 eyar bi 175,71 tê kirîn û  bi 175,84 lîreyî tê firotin. Bihayê zêrê ons jî bi 1.291,91 dolarî tê firotin. (ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir