• DOLAR 32.365
  • EURO 35.043
  • ALTIN 2325.366
  • ...
Li Efxansitanê şer û êrîş: 43 mirî
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li  wîlayetê Kandahala Efxanîstanê li devera Kandvalî li gor saeta herêmê saet di 12.00an de bi wesaîtek bombe barkirî êrîş hat rastkirin.

Hat îfadekirin ku di encama êrîşa hat ratkirin de 22 endamên ewlehîyê hatine kuştin û 37 kes jî birîndar bûn in.

Hat îfadekirin ku êrîş bi wesaîteke bombebarkirî hatîye rast kirin û berya bombe bê înfîlakirin, di dema ekîbên îmhakirina bombeyan nêzî wesaîtê bûn de swesaîta bombe barkirî hat teqandin. Hat îdîakirin ku di nava kesên mirî de sivîl jî henin.

Ji ber rewşa hin birîndaran giran e ji zêdebûna mirîyan endîşe tê kirin.

Wezareta Karên Derve êrîşa şermezar kir

Li hêla din Wezareta Karên Derve êrîşa ku li bajarê Kandahara Efxanistanê hat rast kirin şermezar kir.

Di daxuyanîyê de cîh hat dayîn van agahîyan: "Li Kandahara Wîlayetê Efxanîstanê îro êrîşeke terorî hat rastkirin û di encama êrîşê de gelek kesan jiyana xwe ji dest dan. Me ev bûyera bi xemgînî bihîst. Em ji bo kesên di encama êrîşan de jiyana xwe winda kirîye ji Xwedê rehmet û ji bo Rêveberîya Efxanîstanê ya dost û bira û ji bo gelê Efxanîstanê sersaxî û ji bo birîdaran jî şîfayê dixwazin."

Talîban li 2 navçeyan kontrol bi dest xist

Li hêla din hat îfadekirin ku mensûbên Talîban li navçeyên wîlayetê Gaze, Cagarû û Deh Yekê de di êrîşên rast kiriye de 21 polês kuştin e. Hat îfadekirin ku pevçûn li nêzî navenda navçeyê dewam dike.

Di nava kesên hatine kuştin de Cîgirê Walîyê bajarê Gazneyê Hasan Reza Yûsûfî û Midûrê Emnîyetê yê  navçeya Deh Yekê Faîz Tofan jî hatin in.   

Berdevkê Talîbanê Zebîullah Mucahît jî derbarê êrîşê de daxuyanîyek da û îfade kir ku li du navçeyan Talîbanê kontrol xistîye bin destê xwe û di pevçûnan de 43 endamên ewlehîyê hatine kuştin. (ÎLKHA)

 

Bu haberler de ilginizi çekebilir