• DOLAR 32.575
  • EURO 34.937
  • ALTIN 2426.626
  • ...
Li Qoserê bo muxtacan bêheq nan tê belavkirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Meha Remezanê digel temamê xêr û bereketa xwe berdewam dike. Kesên xêrxwaz ên ku dixwazin di vê meha mibarek de ji kesên ku şepirze û perîşan in re alîkarîyê bikin li Qoserê digel nanpêjan sepaneke xweşik dan destpêkirin. Kesên xêrxwaz ên ku naxwazin kesê/a li hemberî xwe bide şermê bi nanpêjan re li hev dikin. Di encama lihevkirinê de nanpêj nan bi devê derîyê dikanê ve didaleqînin û kesên ku pêdivîya wan jî hebe tê û têra xwe nan ji wê derê digire.

 "Xwendevan bi xercaneyên xwe destekê didin sepanê"

Levent Gurelê ku li Qoserê karê nanpêjîyê dike derbarê mijarê de destnîşan kir ew ji ber meha Remezanê vê sepanê dane destpêkirin û dû re wiha got: " Armanca me ya sereke ya vê sepanê bi dileke rihet rahiştina nan a kesên ku şerm dikin e. Me şermkirina hinek malbatan li ber çavan girt û me nan bi devê derî ve daleqand û me li ser şibakê nivîsî kesê/a ku pêdivîya wî/ê hebe dikare rahije nan. Bi vî awayî kesên feqîr bêyî ku ji me re bibêjin ji devê derî ji xwe re radihijin nan. Di vê sepanê de him keda me û him jî keda xêrxwazên Qoser û Mêrdînî heye. Wek mînak hinek kesên xêrxwaz 100-150 lîre didin û dibêjin bi qasî bihaya wê nan belav bikin. Bi vî awayî rojane 150-200 nan tê belavkirin. Xweda xêra wan qebûl bike. Kesên ku xwendevan in bi xwe jî bi xercaneyên xwe ji sepanê re dibin piştevan."

Welatîyên bi navê Şeyhmus Bozan û Hasan Ataç derbarê sepana ku hatiye destpêkirin de destnîşan kirin ew hêvî dikin ku temamê nanpêjên din jî sepaneke wisa bidin destpêkirin, lewra kesên feqîr nakevin bin minnetê û bi şikleke rihet radihijin nanê xwe."(ÎLKHA)





























Bu haberler de ilginizi çekebilir