• DOLAR 32.397
  • EURO 35.097
  • ALTIN 2326.303
  • ...
Li ber 300 derence germa firnê rojîyê digrin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Firinvanên Êlihî li ber germa 300 derencî ya firnan rojîya xwe digrin û bi vî awayî îbadetên xwe tînin cîh.

Firinvanên Êlihî îfade kirin ku di gel Remezana îsal li gor salên din hêniktire jî firinvanên Êlihî li ber germa 300 derencî nan dipijîn in û di gel vê zehmetîyê jî rojîyên xwe digrin.

Xebatvanên firinan îfade dikin ku berya Remezanê wan ji ber 300 derence germ rojê herî hindik 5 lître av vedûxarin lê belê di meha Remezanê de jî ew heta êvarê dixebitin lê belê ew avê venaxun û bi vî awaî dikarin îdatên xwe bikin.

Halît Guneşê firinvan îfade kir ku ev bi salaye debara xwe bi firinvanîyê dike û wiha axivî: "Ez di firnan de dixebitim. Li gor salên din îsal rojî hêniktir û xweştir e. Em dixwazin kesên rojîya xwe nagrin tev rojîyê bigrin. Îsal derve hênike lê belê em li ber firnê li ber 300 derence germê dixebitin. Girtina rojîyê li ber firnê zor e lê belê Hemd ji Xwedê re em rojîya xwe digrin. Berya Remezanê em ji sibê heta êvarê dixebitîn, lê belê niha em ji saet 15.00 an heta fitarê dixebitin. Şikir ji Xwedê re xweş derbas dibe. Her roj em ji saet 15.00 yan dest bi derxistina nan dikin. Li hêla din em lehmecûn, tawe û pîdeyan jî çêdikin. Berya Remezanê me rojê 5 lître av veduxarin, lê belê niha ji ber Remezanê em bê av îdare dikin."

Fûat Dogan jî îfade kir ku di gel germahîya firnê ew karên xwe dikin û wiha got: "Remezan her sal li gor sala din rehetir dibe. Hewa hêniktir dibe. Sala berê Remezan zehmettir bû lê belê îsal rehettir e. Bi rastî karê firnê bi zehmet e, lê belê di meha Remezanê de zehmettir e. Bi rastî di dirûmeke wisa girtina rojîyê ne karê her merdî ye. Ji ber Remezanê em di nava rojê de zêdetir dixebitin. Di rojên ji rêzê de me saet di 07.00 an de dest pê dikir êvarê saet di 20.00 an de diqedandin. Lê belê ji ber meha Remezanê em saet di 14.00 an de dest pê dikin heta êvarê saet 19.30 an. Em 4-5 saetan dixebitin. Dema em dixebitin Xwedayê Mezin sebrê dide. Bi rastî em alîkarîya Xweda bi cavên xwe dibînin. Bi rastî ez nizanim bê germaya derve çiqas e, lê belê germaya firên herî hindik du qatê wê ye. Germaya ocaxê hin caran 350 derence û hin caran jî 400 derence ye. Dema ocax ewqas germ be, germaya wê jî dide hindirê firnê û ew jî germtir dibe. (ÎLKHA)















Bu haberler de ilginizi çekebilir