Enqere teslîmî lehîyê bû
Li Enqerê derdora 15 deqan tavî ket û lehê rabû, ji ber lehîyê rê di bin avê de man û gol çêbûn.
Piştî ji teref Midûrîya Giştî ya Meteorolojî yê ji bo giştîyê Enqerê hişyarîya baranê hat kirin, di saetên êvarê de di demeke kurt de baraneke zêde ket û lehî rabû. Ji ber barana zêde rê û cadde bûn wek golên avê. Di rê û kêleka rêyan de golên mezin yên avê çêbûn.
Di lehîya rabû de gelek wesaît û otobus di nava avê de mehsûr man. Welatîyên di nava avê de mehsûr man derketin ser wesaîtên xwe û li hêvîya alîkarîyê man.
Wesaîtên di qadên sîteyan de bûn jî di bin avê de man. Li bajêr gelek mal û avahî di bin avê de man.
Li bajêr ji ber tavî û baran zêde lehî rabû û li hin navçeyan jî ber zîpikê welatîyan zehmetîyên mezin kişandin. (ÎLKHA)