Cihên partîyan ên di pusulayê de diyar bûn
Ew ê di 24ê Hezîranê de hilbijartinên parlementerîyê bên kirin, îro bo rêza partîyan a di pusulaya hilbijartinê de pişk hat avêtin û cihê partîyan hat diyakirin.
Li gor pişka ku li Lijneya Hilbijartina Bilind hat avêtin cihên partîyan a di pusulayê de wisa ye:
1-Tifaqa Cumhurê
2-HUDA PAR
3-Partîya Watan
4-HDP
5-BTP
6-Tifaqa Millet
Pişkavêtina di nav tifaqan de
Tifaqê Cumhurê
1-AK Partî
2-MHP
Tifaqa Millet
1-CHP
2-SP
3-ÎP
Serokê YSKyê Sadî Guven di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir pişkavêtin bila ji temamê partîyan bibe wesîleya xêran.(ÎLKHA)