• DOLAR 32.377
  • EURO 35.041
  • ALTIN 2325.779
  • ...
"Sefaretên îsraîl û baregahên NATO bigirin"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li Stenbolê ji teref Platforma Vegera li Filistînê ve li ber avahîya sefareta siyonîstên îşxalker daxuyanîya çapemenîyê hat dayîn. Serokatîya Bajêra Stenbolê yê HUDA PARê û Cemîyeta Mustazafan jî destek dan daxuyanîyê.

Daxuyanîya çapemenîyê ji teref Mehmet Şahînê ku Serokê Rûmetî yê Fatîh Akincilar e ve hat xwendin. Şahîn di daxuyanîya ku xwend de qala êvara teşebûsa darbê ya 15ê Tîrmehê û helwestan Mislimanan kir û dû re wiha got: " Em wek xelkê ku berxwedana 15ê Tîrmehê derxistiye holê ji hikûmetê bes du tiştan dixwazin. A ewil; wan sefaretên siyonîstên îşxalker ên li Tirkîyê bigirin û berdin wan. A duyem jî temamê baregahên Amerîla  yên li Tirkîyê û baregaha NATOyê ya ku li Kurecîkê bo parastina îsraîl hatiye damezrandin û bigrin."(ÎLKHA)





































Bu haberler de ilginizi çekebilir