• DOLAR 32.521
  • EURO 34.79
  • ALTIN 2420.606
  • ...
Derbarê "facîaya însanî" ya li Yemenê de hişyarî
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Serokê Giştî yê Federasyona Komeleyên Heyvasor û Xaçasor ên Navneteweyî (IFRC) Francesco Rocca, derbarê êrîşên di pêşîvanîya kûalîsyona rejîma Siûdî de tên kirin de îfade kir ku ji ber ku li Yemenê êrîşên asîmanî, yên erdbejî û yên ji behrê de tên kirin û ambargoya li Yemenê li welêt xela di asta herî bilin de ye.

Rocca, di berdewama axavtina xwe de îfade kir ku li Yemenê nexweşîyên têger zêde zêde belav bûye û li welet bi gelemperî giş lê bi taybetî îhtîyacîyên zarokan bi ava paqij, derman û alîkarîya mirovahî heye.

Sekreterê Neteweyên Yekbûyî Antonîo Gûtteres, jî derbarê rewşa Yemenê de îfade kir ku qrîza li dinyayê ya herî mezin tê jiyandin.

Ji sala 2015an heta niha Emerîka, Îngîltere, Yekîneyên Mîrnîşanên Erebî û hin dewletên din bi kûalîsyona bi pêşîvanîya Siûdê de bi êrîşên asîmanî, deryayî û erdbejî de ambargo dane ser Yemenê û êrîşan li Yemenê rast dikin. Ji ber êrîş û ambargoyê li Yemenê zehmetîya derman û materyalên tibbî tê jiyandin û li welêt xelk bi nexweşîyên têger re micadele dikin.

Hin dewletên deverê dixwazin qeyrana Yemenê bi rêyên dîplomatîk çareser bikin lê belê dewletên wek Emerîka ji bo herb li dewletên bi çûk û feqîr yên Rojhilatanavîn dewam bike piştgirîyê didin  Siûdî. (ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir