• DOLAR 32.51
  • EURO 34.783
  • ALTIN 2499.528
  • ...
Yapicioglû: Temamê têkiliyên xwe yên bi îsraîl re qut bikin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglû, derbarê neqilkirina sefareta Emerîka ya ji Tel Avîvê bal bi Qudsê û bûyerên qewimîde daxuyanîyek da.

Yapicioglû, destnîşan kir ku ji roja çeteyên sîyonîst axa Filistîn îşxal kirîye heta îro li Filistîn her roj qetlîam tên rastkirin, ji 1917 de îşxala ku ji teref Îngîsîzan ve hat destpêkirin gav bigav dewam kir û piştî van teva Herema Îslamî ya sêyemîn Mescîd-î Aqsa hat îşxalkirin.

Yapicioglû, îfade kir ku piştî Emerîka sefareta xwe neqlî Qudsê kir gelên dewletên Îslamê bertekên tund xistin holê, lê belê li hember vê yekê rêvebirên dewletên Îslamê bertekên hewce nexistin holê.   

Yapicioglû, destnîşan kir ku piştî vê saetê ji gotinê zêdetir dive hin tişt bên kirin û wiha got, "Derbarê qetlîamên sîyonîstan de pir tişt hatin gotin. Lê belê êdî ji gotinê zêdetir divê hin gav bên avêtin, hin tişt bên kirin. Heger her tim bertek tenê wisa bi devkî bên dayîn ez ditirsim ku çeteyên sîyonîstên qetlîamên xwe yên wisa dewam bikin. Ji bo komcivînê Konseya Ewlehîyê ya Neteweyên Yekbûyî hatiye bangkirin. Belkî di warê Filistînê de peyamek şermezarkirinê jî dernekeve û wê belav bibin. Li hêladin Teşkîlata Hevkarîya Îslamê jî dê tiştekî  wisa bike û 'bi şiddet şermezar' bike. Feqet ev tiştan tenê di devokê de dimîne."

Yapicioglû, îfade kir ku wan wek HUDA PARê ev demeke dirêje bangî karbidestên alema îslamê kiriye û wiha got:"Bangewazîya me eşkere û vekirîye. Ya ewil em dibêjin; bi navê dewletekê îsraîl tineye, derkevin vê eşkere bibêjin. Bibêjin 'em dewletek bi navê îsraîl nasnakin'. Ew şebeka terorê ya sîyonîstaye. Ew rêxistineke terorîyê, temamê eleqeyên xwe qut bikin. Heger li welatên we balyozxaneyên îsraîl hebin an jî balyozxaneyên we li wir hebin tevî di cî de bigrin û sefîrên wan biqewirînin. Heger li wir şefên we yên diplomatîk hebin jî di cî de ban wan kin. Temamê eleqeyên xwe yên aborîyê jî di cî de bibirin. Bi van yekan jî nesekinin û bibêjin kesên bi şebeka terorê ya îsraîl re têkiliyan bikin emê miamela em bi terorîstan re dikin bi wan re jî bikin."

Yapicioglû, îfade kir ku qetlîamên li Filistîn tên kirin li gor qanûnên îro sûcê komkujîyê ye û banga Wezareta Edalet û dozgerankir ku bila di heqê şebeka terorê yê îsralî de di cî de lêpirsînê bidin destpêkirin.

Yapicioglû, destnîşan kir ku li ser rûyê dinyayê ji sîyonîstan tirsonektir tu mexlûq tineye, xwezika ji zimanekî din fêm bikiran, divê temamê Mislimanan ji bo vî çeteyê terorîst têkve bibe bi xebit in.

Yapicioglû, di dawîya axavtina xwe de bangî alema Îslamê kir û got: "Ey gelên dewletê Îslamê zorê bidin ser karbidestên xwe bila ew ji li hember îsarîla terorîst gaven hewceye bavêjin." (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir