• DOLAR 32.367
  • EURO 34.98
  • ALTIN 2325.233
  • ...
Li Diyarbekirê pevçûn: 5 mirî 2 birîndar
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hat ragihandin li gundekî Erxanîya Diyarbekirê di pevçûna ku ji ber nelihevkirina erd derket de 5 kes jiyana xwe ji dest dan û 2 kes birîndar bûn.

Li gor agahîyên ku hatine wergirtin li gundê bi navê Develîya Erxanîya Diyarbekirê ji ber nelivekirina erd di navbera gundîyan de pevçûn derket. Di encama pevçûna ku derket de 5 kes jiyana xwe ji dest dan û 2 kes birîndar bûn.

Piştî ku bi pevçûnê hat hesîn re gelek yekîneyên tenduristîyê û cendirme hatin sewqkirin cihê bûyerê.

Kesên birîndar bi ambûlansê  hatin rakirin nexweşxanê.(ÎLKHA)

 

Bu haberler de ilginizi çekebilir