• DOLAR 32.562
  • EURO 35.028
  • ALTIN 2424.38
  • ...
Ji Cemaata Hîzbullah bangewazîya Qudsê
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di daxuyanîya ku nivîskî ya ku ji teref Cemaata Hîzbullah ve hat belavkirin de derbarê mijarê de wiha hat gotin:

Bîsmîllah

Zinhar, zen neke ku Xweda ji tiştên ku zalim dikin bêxeber e! Xweda, encax wan ji rojeke ku tê de çav bikevin dehşetê re dihêle"(Sûreta Îbrahîm Ayeta 42emîn)

Qudsê wek paytexta siyonîstan îlankirin û veguhastina balyozxanê li Qudsê ya ku ji teref Amerîka ve bo meşrûkirina îşxala rejîma siyonîst hatin kirin ji Ummeta Îslamê û xelkê Filistînê re meydan xwestin e. Li dijî van cinayet û sepanên Amerîka bêdeng mayîn ji polîtîkayên Amerîka re teslîm bûn û ji zilmê re razî bûn e.

Bo vê teşebûsa bi lenet a Amerîka daxuyanî dayîn û şermezarkirin ne bes e.

Temamê Mislimanên li her derê cîhanê û temamê kesên li li dijî zilmê disekinin divê di warên siyasî, aborî, çandî û leşkerî de gavên berbiçav bavêjin û divê rejîma siyonîst û şeytanê mezin Amerîka bo vê teşebûsê bê poşmankirin.

Ew ê dîrok helwesta bi şeref û rûmet a dewlet, rêxistin û ferdên ku li dijî vê hemleya kustax a rejîmê siyonîst a xeyrî meşrû û hamîyê wî Amerîka micadele kirine û li berxwe dane nîşan bide. Bo berambera vê micadeleya bi rûmet bê dîtin divê li her qedê bê domandin û bi izna Xwedê heta ku çeteyên siyonîst bi zilmên xwe de bixeniqin pêwîst e bê domandin.

Em şehadeta wan xuşk û birayên xwe yên xelkê Filistînê mezlûm a ku heta îro berxwedaneke mezin daye û nexasim şehadeta wan xuşk û birayên xwe yên ku di nav wan de ciwan û extîyar, zarok û pîrek hene û di arefeya Remezanê de ji teref siyonîstan ve hatine qetilkirin tebrîk dikin û ji Xweda ji bo wan xuşk û birayên xwe yên ku birîndar bûne jî şifayê teleb dikin. Ew mucahîdên ku di sefên ewil ên micadelê de têdikoşin bes ne bo Filistînê her yek qahramanek in; bi heman awayî ew qahraman in ku bo pîrozbahîyên Îslamê bedel dane.

Bi hêvîya ku Quds ji îşxalê xelas bibe, temamê Filistînî vegerin welatên xwe û rejîma siyonîst tune bibe bila Remezan bo alema Îslamê bibe wesîleya xêran.

Bi barsivikî û bargiranî ve derkevin cengê, bi malê xwe û bi canê xwe di êya Xweda de cihadê bikin, bi rastî hûn dizanin ha ev ji bo we çêtir e.(Tewbe-41) (ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir