• DOLAR 32.386
  • EURO 35.051
  • ALTIN 2326.566
  • ...
Yapicioglû: Mislimanên ku sîyonîstan wek dost dibînin jî bi qasî wan sûçdar in
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Filistînîyên ku neqilkirina sefareta Eemrîka ya ji Tel Avîvê bal bi Qudsê protesto dikirin ji teref çeteyên sîyonîst ve marûzî êrîşan man û herî hindik 58 Filistînî hatin şehîdkirin û 2 hezar û 771 kes jî hatibûn birîndarkirin. Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapiciogû, derbarê qetlîama çeteyên sîyonsît de îfade kir ku, "Mislimanên sîyonîstan wek dost û mittefîk dibînin jî bi qasî wan sûçdar in".

Yapicioglû, bal kişand ser gav bi gav îşxalkirina Mescîd-î Aksa û wiha got: "Qibla Milimanan ya ewil, ji du mescîdên ewil yên li ser rûyê erdê avabûnin ya duyemî û Herema Îslamê ya sêyemîn gav bi gav tê îşxalkirin. Mislimanên li hember îşxalê micale dikin êdî yek bi yek şehîd nakevin êdî deh bi deh, bist bi bîst tên şehîdkirin."

Yapicîoglû, destnîşan kir ku, di van qetlîamên tên kirin de tenê sîyonîst ne sûcdarin, bi qasî wan Mislimanên ku sîyonîstan wek dost û mittefîk dibînin jî sûçdar in û wiha got: "Qatilê birayên me yên Filistînî ne tenê çeteyên sîyonîst û Xiristîyanên piştgirîya wan dikin in. Mislimanên sîyonîstan wek dost û mittefîk dibînin jî bi qasî wan sûçdarin".

Yapicioglû, di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir ku îlankirina paytextê Filistîn Qudsê wek paytextê sîyonstan û cesaretkirina neqilkirina sefaretê bal Qudsê de halê Mislimanên bê Îslam derdixe pêş çavan û wiha got: "Çare girtina ji nûve bi nirx û hêjayê me ye. Çare kirina pêwistîyê bawerî û însanîyeta me ye. Çare bi naskirina dost û neyararê me û guhdarî kirina bi hişyarîyê îlahîye û bi hêzkirina biratîya me ye."

Yapicioglû, di dawîya axavtina xwe de wiha got: "Dema di malê de agir derkeve bi xwarin, ûtîkirin, cil û nivîsê re meriv meşxûl nabin. Em mecbûrin îxtîlafên xwe yên navxweyî deynin hêlekê. Mala me dişewite, em mecbûrin vî agirî vemrînin. Di nava agirde birayên me dişewitin, em mecbûrin bighêjin wan û wan rizgar bikin." (ÎLKHA)

 



Bu haberler de ilginizi çekebilir