• DOLAR 34.166
  • EURO 38.218
  • ALTIN 2920.218
  • ...
 "Ger em şehîdên xwe yên ezîz ji bîr bikin em nikarin bibin xwedî izzet"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Platforma Kerwana Şehîdan 16 gundîyên ku di sala 1990an de li Gêra Cafera Kerborana Mêrdînê ji teref PKKê ve hatibûn qetilkirin bi bernameya ku hat tertîpkirin bi bîr anî.

Bername li Mala Şînê ya Gundê Gêra Cafer hat tertîpkirin. Di destpêka bernamê de Qur'ana Kerîm hat xwendin û dû re ji teref Mela Beşîr Şîmşek ve axavtinek hat kirin.

"Ger em ji hev dûr kevin û dabeş bibin dê izzet û hêza me têkeve bin pîyan"

Şîmşek di axavtina xwe ya ku kir de destnîşan kir ger micadeleya di rêya Xweda de bê terkkirin dê tu kes muweffeq nebe û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: " Ger em kirina xizmetê ya di rêya Xweda de terk bikin, biratîya xwe xera bikin û pişta xwe bidin hev û ger em van şehîdên ezîz yên ku di rêya Xweda de canê xwe feda kirine ji bîr bikin em nikarin izzeta Xweda qezenc bikin. Ger em ji hev dûr kevin û dabeş bibin dê izzet û hêza me têkeve bin pêyan. Ji ber vê yekê divê em şehîdên xwe ji bîr nekin û li doza wan xwedî derkevin. Yên di rojên bi zehmet de micade da û bi namûs, şeref û îffeta xwe meşhûr bûn hûn bûn. Tiştê ku van tiştan bi we da qezenckirin doza Îslamê bû. Ger hûn di rêya Xweda de şist bin, zarokên xwe di rêya Xweda de perwerde nekin, hûn ê bibin sedem ku ew şehîd xemgîn bibin. Xweda dê hisaba vê yekê ji me bipirse.

"Divê em zarok û xortên xwe di rêya Xweda de perwerde bikin"

Şîmşek di berdewama axavtina xwe de diyar kir nexasim divê zarok û xanimên şehîdan li doza Îslamê xwedî derkevin û ji civakê re bibin mînak û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: "Divê em zarok û xortên xwe di rêya Xweda de perwerde bikin. Doh micadeleya we li dijî wan kesên ku ji Îslamê neyartî dikirin bû. Ew rêxistina murted ê ku we şehîd dikir, zorê li we dikin da ku hûn gund vala bikin di ser we de dihat. Lê dîn û îmana we di bin ewlehîyê de bû, pîrekên me nixûmandî bûn û camîyên me dagirtîbûn. Îslam jiyaneke xweş ji we re bexşandibû. Encax îro dijminên me zêde bûne û weke rêxistina murted îro dixebitin."(ÎLKHA)





Bu haberler de ilginizi çekebilir