• DOLAR 34.166
  • EURO 38.218
  • ALTIN 2920.218
  • ...
Li Endonezyayê êrîş li 3 dêran hat kirin: 9 mirî 40 birîndar
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hat ragihandin li Surabaya bajêra Endonezya êrîş li dêran hatin kirin. Di êrîşan de 9 kes mirin û 40 kes jî birîndar bûn.

Li gor agahîyên ku hatine wergirtin êrîşa ewil li Dêra Santa Marîa Roman hat kirin, di êrîşa xwekujîyê de 4 kes jiyana xwe ji dest dan. Êrîşên di jî li Dêrên Diponegoro û Pantekosta hat kirin. Di êrîşên ku hatin kirin de 5 kes jiyana xwe ji dest dan. Hat ragihandin di êrîşan de 40 kes jî birîndar bûn.

Wezareta Karên Derve ya Tirkîyê êrîşên ku li Endonezya hatin kirin bi daxuyanîyeke şermezar kir.(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir