• DOLAR 34.166
  • EURO 38.218
  • ALTIN 2920.218
  • ...
Karwana Umûdê alîkarîya mexdûrên lehîyê kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li Bîrecîka navçeya Rihayê ji ber barana zêde lehî rabûbû û gelek welatî mexdûr bûbûn. Karwana Umûdê jî li hember vê yekê bê deng nema û kolîyên xidayê li mexdûran belav kir.

Li navçeyê piştî bobelata lehîyê Karwana Umûdê malbatên ku mexdûr bûbûn tesbît kir û alîkarîya însanî li wan belav kir û li derd û pirsgirêkên wan guhdarî kirin.

Temsîlvanê Kerwana Umûdê yê Birecîkê Veysel Aydogan, îfade kir ku wan li gor îmkan û derfetên xwe li welatîyên di bobelatê de zirar dîtîye alîkarî belav kirîye.  

Aydogan, destnîşan kir ku ji bo ew bighêjin temamê mexdûran ew ji welatîyên xwe yên xêrxwaz alîkarîyê teleb dikin û wiha got: "Em di navbera feqîr û dewlemendan de wezîfeya koprîyê dibînin. li navçeya me ya Birecîkê xelkê me yên feqîr zafin. Meha mibarek ya Remezanê nêzîk dibe. Kesên alîkarîya me bikin wê bibin wesîleyê kêfxweşîya feqîran. Werin di vê mehê de em bi hev re wecê feqîran bikenîn û ji wan re bibin alîkar."              

Ji ber alîkarîyên hatin kirin Abdûlkadîr Dermîr û Mehmet Ozdemîr ji Karwana Umûdê re teşekur kirin û îfade kirin ku bi sedem bobelatê wan zaf zerar kirîyê û ji bo alîkarîyan wan bikin bangî karbidestan kirin. (ÎLKHA)









Bu haberler de ilginizi çekebilir