• DOLAR 34.166
  • EURO 38.218
  • ALTIN 2920.218
  • ...
"Heftîya Ciwanîyê ya Mislimanên Dinyayê"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li Êlihê bernameyên "Heftîya Ciwanîyê ya Mislimanên Dinyayê" dewam dike.

Di çarçoveya "Heftîya Ciwanîyê ya Mislimanên Dinyayê" Komela Werzîş û Îdealê (İdeal Gençlik ve Spor Kulübü) bi navê "Mîhrîcana Îlahîyan" konserek li dar xist. Konsera ku ciwanan eleqeyek mezin nîşan dayê hat dîtin ku jin û zarokan jî eleqeyek mezin nîşan dayîyê.

Cîyê ku konserê lê bihata çêkirin bi ayetê Qur'anê hate xemilandin û hat nivîsandin ku Qur'an ne slogane, Qur'an reçeta selameta Îslamê ye.

Berya konsera îlahîyan dest pê bike Lêkolîner û Nivîskar Emîn Sutçu axavtineke kurt kir.

Sutçu, îfade kir ku ez hêvî dikim evê bibe wesîle ji bo hişyarîya ciwanên Misliman û wiha got: "Ew doza bi wî Pêxemberê pîroz re hat li ser milê 50-60 ciwanî bilind bû. Bi bîr bînin serkeftina Bedrê bi 100-200 ciwanî hat bidestxistin. Vê bizanibin dozên heq û yên batil jî tev li ser milê ciwanan bilind dibe. Wê çaxê vê baş bizanibin dînê Xwdayê Mezin tu carî bê xwedî nemaye û wê ji niha û pê de jî bê xwedî nemîne. Madem wisaye divê em wek ciwanên Misliman li vê daw û dozê xwedî derkevin û em bidin ser milên xwe. Heger ciwan ji rê derkevin dozê jî ji rê derkeve û naghêje encama xwe. Ji ber vê yekê wezîfe girane û lazim e haya ciwanên me ji barê li ser milên wan hebe."

Piştî axaftinê hunermend Ozcan Atsat, Bîlal Dalkiliç, Dervîş Madsor û Omer Guneş merş û îlahîyên ji hev xweştir gotin. Di wayîya konserê de cîwanan jî bi hunermendan re îlahî gotin û govend gerandin û bi vî awayî konser bi dawî bû. (ÎLKHA)

 

 

























Bu haberler de ilginizi çekebilir