• DOLAR 34.166
  • EURO 38.218
  • ALTIN 2920.218
  • ...
Li Nisêbînê teqîn: Zarokek jiyana xwe ji dest da
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li Nisêbîna Mêrdînê di nav lodên harfîyatê de teqînek pêk hat. Di encama teqîna ku pêk hat de zarokekî 11 salî jiyana xwe ji dest da.

Li gor agahîyên ku hatine wergirtin li nêzî Kuçuk Sanayîya Nisêbîna Mêrdînê ji ber sedemeke ku hêj nayê zanîn teqînek pêk hat. Di encama teqînê zarokê bi navê Hogir Kayranê 11 salî jiyana xwe ji dest da.

Kesê bi navê Mahsun Mujde yê ku ji bûyerê re bûbû şahid derbarê mijarê de diyar kir dema ku ew dengê teqînê bihîst derket derve û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: " Dengê teqînê hat, hema ez derketim derve û min dît ku zarok li erdê dirêj bûye. Zarok li van deran heywanan diçêrand. Biya min piştî wê baran ku doh barîye teqemenîya ku teqîya derket li ser rûyê erdê. Digel dengê teqînê hevalên me çûn rahiştin zarok û ew kirine ambûlansa ku hat cihê bûyerê."

Kayranê ku hat rakirin nexweşxanê digel temamê midaxeleyên ku hat kirin jiyana xwe ji dest da.

Derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.(ÎLKHA)















Bu haberler de ilginizi çekebilir