• DOLAR 34.156
  • EURO 38.209
  • ALTIN 2922.021
  • ...
Mînîbusa ku frêna wê negirt qeza ki: 4 birîndar
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li Şîrvana navçeya Sêrtê mînubusa ku frêna xwe negirt li wesaîtekê tîcarî xist û qeza çê bû. Di encama qezaya qewimî de 4 kes birîndar bûn.

Qeza do di saet 15.00 an de li ser rêbeja gundê Derîna navçeya Şîrvana navçeya sêrtê qewimî. Li gor agahîyên hatin wergirtin wesaîta ku plaqa wê nehatîye hînkirin dema di koprîyê de derbas dibû ji bo li wesaîta hindik tîcarî ya bi plaqa 56 AJ 593 neqelibîne pêl frênê kir. Ji ber barana barîya bû rê şemetok bûbû û mînubusa frên negirti qeza kir.   

Di encama qezayê de 4 kesên di wesaîta hindik tîcarî de sivik birîndar bûn.

Kesên birîndar bi ambolansên hatin cîyê bûyerê hatin rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Sêrtê û hatin xistin bin tedawîyê. Hat îfade kirin ku rewşa birîndaran başe. (ÎLKHA)





Bu haberler de ilginizi çekebilir