• DOLAR 32.399
  • EURO 35.096
  • ALTIN 2326.275
  • ...
 "Amerîka dixwaze digel Rûsya li Sûrîyê Sykes-Picoteke nû îmze bike"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Şahîn di nirxandina  ku kir de destnîşan kir  betalkirina peymana nukleer a ji teref Amerîka ve û êrîşên ku ji teref rejîma çeteya terorîst ve li Sûrîyê  li Îranê tên kirin bo rakirina astengên li ber tetbîqkirina "Projeya Rojhilata Navîn a Mezin" e.

"Piştî ku Îran ji Sûrîyê bê derxistin ew ê di navbera Amerîka û Rûsyayê de mîna peymana Sykes Picot peymanek bê îmzekirin"

Şahîn di berdewama axavtina xwe de diyar kir siyonîst ji xwe re damezrandina "dewleta îsraîl a mezin"  a ku navenda wê Rojhilata Navîn e kirine hedef û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: " Amerîka jî bo siyonîst bigihijin hedefên xwe ji wan re xizmet dike. Bo Îran ji Sûrîyê vekişe mudaxele tên kirin. Piştî ku Îran ji Sûrîyê bê derxistin ew ê di navbera Amerîka û Rûsyayê de mîna peymana Sykes Picot peymanek bê îmzekirin. Trump piştî Sûrîyê amadehîya mudaxelekirina li Îranê dike. Dema ku karê Amerîka bi Siûd re xera bû ew ê Siûdî jî tevlî hev bike. Amerîka bo axên di hedefê de ji teref siyonîstan ve bên îşxalkirin  amadehîyan dike."(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir