• DOLAR 32.548
  • EURO 34.917
  • ALTIN 2438.136
  • ...
"Kesên ku li muqaddesatên xwe xwedî derneketine zelîl bûne"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Daxuyanîya çapemenîyê ya girseyî li Kolana Gulistanê hat tertîpkirin. Kesên ku beşdarî daxuyanîya çapemenîyê bûn lenet li danezana li Fransayê û li qerara Serokê Amerîka Trump anîn.

 "Kesên ku li muqaddesatan xwedî derketine bûne ezîz"

Mela Muhammed Varol di daxuyanîya çapemenîyê de axavtinek kir û destnîşan kir Quds nirxa hevpar a Mislimanan e û diyar kir ew ê Qudsê ji zaliman re nehêlin. Varol dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: "Kî terka muqaddesatên xwe bike him li dinyayê û him jî li axretê dê ezîz nebe. Lewra kaînat milkê Xweda ye. Xweda van muqaddesatan ji me re pîroz kiriye. Îzzet di xwedîderketina muqaddesatan de ye.  Di dîrokê de kî terka muqaddesatan kiribe zelîl bûye. Tu kes  ezîz nebûye, tev perîşan bûne. Ger Misliman pêşanîyê bidin muqaddesatên xwe û îxtîlafên xwe li pey xwe bihêlin dê Quds azad bibe. Em Misliman tev divê pêkve li Qudsê xwedî derkevin. Kesên ku li muqaddesatan xwedî derketine bûne ezîz."(ÎLKHA)



















Bu haberler de ilginizi çekebilir