• DOLAR 32.546
  • EURO 34.92
  • ALTIN 2425.897
  • ...
Ji bo wezîfedarên ser sindoqan giştînameya hilbijartinê
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di hejmara Rojnama Fermî ya îro de ji teref Serokwezîrîyê ve derbarê hilbijartina dê di 24ê Hezîranê de bê çêkirin de ji bo wezîfedarên ser sindoqan giştînameya hilbijartinê hat belavkirin.

Giştînameya derbarê hilbijartinên parlamenter û Serokomarîyê ji hêla Serokwezîr Bînalî Yildirim ve hat îmzekirin û di Rojnameya Fermî ya îro de hat weşandin.

Di giştînameya ji teref Serokwezîyê ve hat belavkirin de cîh hat dayîn van agahîyan: "Di çarçoveya Hilbijartinên Giştî yên Parlamenter û yên Serokomrîyê de wezîfedarên qamoyê yên ku hatine wezîfedarkirin divê baldarbin û li gor dîroka hilbijartinên hereket bikin, ev yek ji bo wan mecbûrî ye. Ji ber vê yekê ji bo karên dengdayînê di pêvajoyek aram û ewlehîyê de derbas bibe divê wezîfedarên kamoyê li cîyê wezîfedarin amadebin û li gor wê yekê hereket bikin. Em rica dikin ku kesên wezîfedar bila li van mijaran dîqet bigrin û li gor wê hereket bikin." (ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir