Di heqê 300 leşkerî de opersayona FETO
Di çarçoveya lêpirsîna FETO de di heqê 211 wezîfedarên di nava TSKyê de bi tevahî di heqê 300 kesî de biryara binçavîyê hat derxistin.
Bi îdîaya ku FETO endamên xwe ji nûve dixe nava leşkerîyê Stenbol wek navend operasyoneke berfireh hat destpêkirin.
Li ser îdîaya ku 300 leşkerên bi têlefonên ankesor bi îmamên FETO re ketine têkiliyê di heqê wan de operasyon hat tertîbkirin. Opersyon ji teref Serdozgerîya Komare ya Buroya Sûcên Terorî hat destpêkirin.
Vê sibehê di saet 04.00 da di heman wextê de li ser navnîşanên berya niha hatibûn eşkerekirin opersyon hat rastkirin. Di encama opersyona şivaqî de ji 300 gumanbarî 150 gumanbar hatin binçavkirin.
Şikdarên hatin binçavkirin li Midûrîya Emnîyetê ya Stenbolê lêpirsîna wan dewam dike. Ji bo şikdarên din jî bên binçavkirin xebatên lêgerînê dewam dike. (ÎLKHA)