Şahîn: Ji Partîya Saadetê heta niha tu teklîf nehatîye
Alîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê Şahîn, daxuyanîya Serokê Giştî yê Partîya Seadetê Karamollaoglû ya ku "Kesên nêzî HUDA PARê dikarin di lîsteyên me de cîh bigrin" nirxan û îfade kir ku heta niha teklîfeke wisa ji wan re nehatîye.
Alîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê Saît Şahîn derbarê, daxuyanîya Serokê Giştî yê Partîya Seadetê Temel Karamollaoglû ya kû îfade kiribû ku "Hin kesên nêzî HUDA PARê dikarin di lîsteyên Partîya Seadetê de cîh bigrin" nirxand.
Şahîn, destnîşan kir ku ev tiştê Karamollaoglû anî rojevê wî jî ji çapemenîyê bihîstîye û wiha got: "Heta niha di vî warî de tu teklîfên ji Partîya Seadeta hatîye partîye me tineye."
Li ser pirseke di warê HUDA PARê de Karamollaoglû wiha bi cewab kir: "Di hevdîtinên me yên heta niha de tiştekî wisa nehatîye rojevê lê belê dive ku were rojevê jî, kesên nêzîkî wan dikarin di lîsteyan de cîh bigrin." (ÎLKHA)