• DOLAR 32.348
  • EURO 35.153
  • ALTIN 2308.536
  • ...
Êlih wek navend operasyona FETO: 18 binçavî
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di çarçoveya rêxistina FETO de Êlih wek navend li 12 bajaran di heman wextê de operasyon hat tertîbkirin. Di encama opersyona hat lidarxistin de 18 kes hatin binçavkirin.  

Li gor daxuyanîya ji teref Walîtîya Êlihê ve hat kirin de cîh hat dayîn van agahîyan: "Di opersyona bi kordînatorîya Serdozgerîya Komare ya Êlihê ya kû ji teref Midûrîya Ewlehîyê ya bajêr ve hat tertîbkirin de li Êlih û 12 navnîşanên din di heman wextê de opersyon li dijî rêxistina FETO/PDY ya leşkerî hat lidarxistin û 18 şikdar hatin binçavkirin."

Hat îfadekirin ku 18 kesên di vê çarçoveyê de hatin binçavkirin piştî îşlemên wan yên li Midûrîya Ewlehîyê bên temamkirin dê bên sewqkirin meqamên edlî. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir