• DOLAR 32.393
  • EURO 35.067
  • ALTIN 2326.63
  • ...
"Lazim e edalet bê tesîskirin"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ji teref Koma Ciwanî ya HUDA PARê ya Bajarê Çewligê ve bernama geşt û guzarîyê hat lidarxistin. 

Endamê Lijneya Şêwerê yê HUDA PARê Şehmûs Tanrikûlû beşdarî bernameyê bû, xîtabî ciwana kir û îfade kir ku divê em wek Mislimanekî başiyê emr û nebaşîyê jî nehî bikin û em bibin dawetkarên bal heqîyê.

Birêz Tanrikûlû wiha axavtina xwe domand: "Çawa her Pêxemberê kû hatîye şandin rêya rast nîşanî qewmê xwe dan û bi şev û roj xebat kirin divê em jî wek ummeta wan Pêxemberan daw û doza wan bimeşînin, gund bi gund, navçe bi navçe û tax bi tax em bigerin û doza Îslamê ji gelê xwe re bijin."

"Îzzet, şeref, edelat û însanîyet di Îslamê de ye"

Tanrikûlû, destnîşan kir ku armanca wan ya herî mezin xizmetkirina ji Îslamê re ye û wiha axavtina xwe dewam kir: "Çanda me bi sedsala ji însanîyetê re serokatî kiriye. Ev esrek an du esre me nirxên xwe pêş çav kirin. Êdî divê em ji nûve bi nirx û hêjayên xwe bigrin. Îzzet, şeref, edalet û însanîyet tev di Îslamê de ye ji ber vê yekê me jî wek HUDA PARê dibêji referansa me tenê Îslam e û em derketin rê. Me got em li dijî rejîma kemalîstie. Em ne alternatîfê tu partîyên dinin."

Tanrikûlû, di dawîya axavtina xwe de îfade kir ku: "Em alternatîfê sîstemê ye" û wiha axavtina xwe bi dawî kir: "Heger îro li vî welatî zilm û neheqî hebe sedemê vê yekê ji ber ku biratîya Îsalamî tenê di devokê de maye û hevkarîya di navbera Mislimanan de ji holê rabûye, sedemê vê yekê yê herî mezin sîstema Kemalîste. Ji ber vê yekê divê berya her tiştî însan û berya her tiştî edalet hebe. Divê edalet ji nûve bê tesîs kirin. Em jî wek HUDA PARê armanca me ya herî mezin eve. Em ji bo 80 milyon welatîyên vî memleketî wek hev bijîn û cuhahî nekeve nav wan dixebitin."

"Heger em ciwanên xwe bi îman û emelê saleh mezin bikin emê li axretê bibin ji kesên bextewar"

Piştî axavtina Tanrikûlû, Hamdûllah Tasali axavtinek kir û îfade kir ku nîmetê Xwedayê Mezin daye me yê herî mezin ciwanîyê, divê em ciwanîya xwe di rêya Xweda de xerc bikin û ji bo razîbûna wî cehd û xeyret bikin. (ÎLKHA)

 























Bu haberler de ilginizi çekebilir