• DOLAR 32.345
  • EURO 35.114
  • ALTIN 2308.518
  • ...
Li Bîrecîkê barana zêde bû sedema lehîyê
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li Bîrecîka navçeya Rihayê do şev barana zêde bû sedema lehîyê. Piştî dinya hêv û ronî bû tehrîbata zêde derket holê.

Ji ber barana zêde li taxên navçeyê ya Cûmhûrîyet, Saha, Sancak û Kurtuluşê lehî rabû.

Lehîya ku wesaît da ber xwe û herikan hin mal û avahî jî xist bin xwe. Bi sedem lehîya kû rabû gelek wesaît pert bûn. Lehîya ku temamê bajêr xist bin bandora xwe, bû sedema hedimandina hin rêyan.

Lehîy kû wesaît da ber xwe û herikand caddeyên teng bû sedema qulupandina dîregên ceyranê û li temamê navçeyê bû sedema qutkirina ceyaranê.

Ji ber nebesîya binesazîyê li navçeyê lehîyê qevirê peyarê bi xwe re herikand û di nava navçeyê de golên mezin çêbûn. 

Ji ber lehîyê li navçeyê tiştek bi tu kesî nehat lê belê xisara maddî pêk hat. Xelkê Bîlecîkê dixwazin xisara wan ji teref dewletê ve bên dayîn.

"Pirsgirêka binesazîyê heye û temamê ehlê taxê ji vê yekê gilîkarin"

Ji ehlê Birecîkê Mehmet Akbaba, îfade kir ku gelek zirara wan ya maddî pêk hatîye û wiha got: "Me canê xwe bi zorê xilas kirin. Nava mala me qeysî qama me tije av bû. Kêlîya dawî em derketin qata ser û me xwe xilas kir. Tofan zaf zêde bû. Mekîna şuştinê, dolaba bûzê, televîzyon û temamê tiştin di malêde tev çûn. Tu tiştekî me neman."

Akbaba, di berdewama axavtina xwe de îfade kir ku 5 sal berê jî wan felaketek wisa derbas kirîye û wê çaxê jî tu kesî alîkarîya wan nekiriye.

Mehmet Erkiliç, îfade kir ku ji ber deryê çema hatîye girtin bobelateke wisa qewimîye û wiha dewam kir: "Me ser çeman bi betonê girt. Li vir ji ber ku xebatên binesazîyê ne besbûn ev bobelata qewimî. Li navçeyê av metre û nîvekê bilind bû. Wesaît di nava avê de winda bûn."

Ji esnafan Mûhîttîn Karakaş, bangî karbidestan kir û xwest ku mexdûrîyeta wan bibînin û destê alîkarîyê dirêjî wan bikin.

Karakaş, di dawîya axavtina xwe de îfade kir ku: "Em dixwazin dewlet ji me re bibe alîkar. Em dixwazin ji gel û esnafan re bibe alîkar u xisara wan bidê." (ÎLKHA)

 































Bu haberler de ilginizi çekebilir