Serokatîya Karên Diyanetê: Pêşnîyaza Fransa bêedebî û bêhedî ye
Ji teref Serokatîya Karên Diyanetê ve derbarê xwesteka derxistina hinek ayetan ji Qur'ana Kerîm a 300 Fransizan de hat destnîşankirin "Pêşnîyaza Fransa bêedebî û bêhedî ye."
Di daxuyanîya ku ji teref Serokatîya Karên Diyanetê ve hat weşandin de kampanya îftîrayê ya ku ji teref Fransa ve li hember Qur'ana Kerîm hatiye destpêkirin hat şermezarkirin û dû re wiha hat gotin: "Ev Kelam Îlahî bêyî ku herfeke wê jî bê guherîn heta roja me hatiye û hetanî qiyametê dê neguhere û nikaribe bê guhertin."
Di berdewama daxuyanîyê de hat destnîşankirin kampanya îftîrayê ya ku ji teref Fransa ve li hember Qur'ana Kerîm hatiye destpêkirin provakatîf û bêhedî û bêedebî ye.(ÎLKHA)