• DOLAR 32.601
  • EURO 34.801
  • ALTIN 2422.02
  • ...
HUDA PAR ji 300 Fransizên kustex û bêedeb re berteka tund nîşan da
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Şahîn di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir Qur'ana Kerîm di bin garantîya Îlahî de ye  û dû re wiha got " Di reaîleteyê de beramberê teşebûsa kustex a 300 Fransizên ku Sarkozy di nav wan de bû tuneye."

Şahîn di berdewama axavtina xwe de got Cihû û Xiristîyan çawa ku kitêbên xwe tahrîf kiribin bi heman awayî dixwazin Qur'ana Kerîm û Îslamê jî tahrîf bikin  û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: "Ev teşebûsa ku Sarkozy ji wan re pêşîvantî dike kustaxî û bêedebî ye. Di reaîleteyê de beramberê teşebûsa kustex û bêedeb tuneye. Ji xwe Qur'ana Kerîm di bin garantîya Îlahî de ye. Qur'an kitêbek e ku dê hetanî ji qiyametê ji teref Xweda ve parastin. Cihû û Xiristîyan çawa ku kitêbên xwe tahrîf kiribin bi heman awayî dixwazin Qur'ana Kerîm û Îslamê jî tahrîf bikin. Ev teşebûs wekî din teşebûs û daxwaza hevkarîya bi siyonîstan re ya Sarkozyê ku hilbijartinên serokomartîyê winda kiriye ye. Di ya rastîyê de ev yek bo hilbijartinan hatiye kirin."

Şahîn di berdewama axavtina xwe de diyar kir Fransiz ji mêj ve neyartîya Îslamê dikin  û hewil didin Qur'an û Îslamê tahrîf bikin û ji holê rabikin.(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir