• DOLAR 32.403
  • EURO 35.37
  • ALTIN 2325.517
  • ...
 "Ji ber ku HDPê hevdîtin qebûl nekir raya giştî ya Kurd bertekên ciddî nîşan da"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Kilinçê ku derbarê telebên wan ên hevdîtinan de nirxandinan kir diyar kir HDP, MHP û CHP bersiv nedan teleba wan hevdîtinê.

Kilinç di berdewama axavtina xwe de diyar kir ew wek HUDA PARê her tim derîyên xwe ji hemû kesî vekirî hiştine û ew bo li Tirkîyê aramî bê tesîskirin, hilbijartin bi şikleke bi selamet derbas bibin û bo berjewendîya xelkê bang li partîyan kirine.

"Ji bilî 3 partîyan me bi partîyên din re hevdîtin kir"

Kilinç diyar kir ew ji 10 partîyên ku wek partî têkevin hilbijartinan teleba hevdîtinê kirin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: "Piştî ku qerara hilbijartinê hat dayîn re ji teref YSKyê ve hat ragihandin 11 partî dê bi nav û sembolên xwe bikevin îmtîhanan. Di nav wan de HUDA PAR jî hebû. Me wek HUDA PARê ji 10 partîyan teleba hevdîtinê kir.  Ji bilî 3 partîyan me bi partîyên din re hevdîtin kir.Me di hevdîtinan de bo li Tirkîyê aramî bê tesîskirin, hilbijartin bi şikleke bi selamet derbas bibin û bo berjewendîya xelkê bang li partîyan kir. HDP, MHP û CHP bersdiv nedan teleba me ya hevdîtinê."

 "Wek HUDA PARê derîyê me ji hemû kesî re vekirîye"

Di hevpeyvîna ku hat kirin de pirsa bersivnedayîna HDPê ya teleba hevdîtinê hat kirin. Kilinç pirsa ku hat kirin wisa bersivand: "3 partî bersiv nedan teleba me ya hevdîtinê. Divê sedema venekirina derîyan ji wan bê kirin. Em ne muxatabê bê pirsê ne. Ji ber ku HDP di warê teleba hevdîtinê de derî venekir raya giştî ya Kurd bertek nîşan da. Wek HUDA PARê derîyên me ji hemû kesan re vekiriye."(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir