Wezareta Edaletê dê 15 hezar personelan bistîne
Wezareta Edaletê di sala 2018an de dê 15 hezar personelên bi hevpeyman bistîne.
Ji teref Wezareta Edaletê ve hat ragihandin ew ê di bergeha maddeya 4-B ya Qanûba Memûrên Dewletê ya bi jimareya 657an de di sala 2018an de 15 hezar personelên bi hevpeyman bên standin.
Di daxuyanîya ku ji teref Wezaretê ve hat belavkirin de hat destnîşankirin ew ê personelên ku dê bên standin di wezîfeyên mîna Mîdûrtîya Giştî yê MalênGirtî û Cezayê, Mirdûrtîya Giştî ya Personelan, Serokatîya Sazîya Tipa Edlî de bên xebitandin.(ÎLKHA)