• DOLAR 32.453
  • EURO 34.495
  • ALTIN 2473.313
  • ...
Li Libnanê di hilbijartinan de Hîzbullah bi ser ket
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Herî dawî di sala 2009an de li Libnanê hilbijartinên parlementoyê hatibûn kirin. Doh piştî sala 2009an cara ewil li Libnanê hilbijartin hatin kirin. Di hilbijartina ku hat kirin de nêzî 3,6 milyon kes çûn ser sindoqan. Di encama hilbijartinê de Îttîfaqa Bo Berxwedanê Wefa"yê ya ku ji Hîzbullah û muttefîkên wî pêk dihat bi ser ket û zêdetirî nivîyê kursîyên li parlementoyê qezenc kirin.

Li gor televîzyona El Meyadîn partîya el-Musteqbel a ku Serokwezîr Saad Harîrî jê re serokatî dikir têkçûneke giran stand.

Piştî hilbijartinan ji teref siyonîstan ve daxuyanîyek hat dayîn. Di daxuyanîya ku hat belavkirin de hat dîtin ku  encamên hilbijartinan li xweşa siyonîstan neçûye.(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir